Li Amediyê dema derbasbûna wesayîtekî teqîn çêbû 2020-11-04 13:05:07   NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Amediyê yê Herêma Federa ya Kurdistanê, dema derbasbûna wesayîteke ku pêşmege têdebûn teqîn çêbû.    Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin li herêma Çemankê ya bajarê Amediyê yê Herêma Federa ya Kurdistanê, dema derbasbûna wesayîteke ku pêşmege têdebûn teqîn çêbû. Hat diyarkirin ku di teqînê de mirî û birîndar hene.    Derbarê sedema teqînê de hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.    Hin sazî û dezgehên nêzî PDK’ê teqînê weke pevçûneke di navbera Pêşmerger û HPG’ê nîşan dan.