Jinên Elewî: Dest nedin xwezaya me 2020-11-04 13:48:05   STENBOL – Jinên Elewî, destnîşan kirin ku bi Projeya Peyzajê ya ku li Mûnzûrê dest pê kiriye tê xwestin ku çand û baweriya wan bê tunekirin û bang li civakê kirin ku li xwezayê xwedî derkevin.    Jinên Elewî, derabrê Projeya Peyzajê ku li Avzêmên Mûnzûrê hatiye destpêkirin bi ser navê “dest nedin çand, xweza û baweriya me” daxuyaniyeke biniviskî weşandin. Jinan, diyar kir ku di bin navê projeyê de qirkirina çandî tê kirin û wiha got: “Mafê her zîndewarî heye ku li Mûnzûrê bijî. Tenê li destûr mirov nayê nêrîn. Tunekirina Mûnzûrê tê wateya tunekirina elewîtiyê. Mûnzûrê nêrîna me ya li kapîtalîzmê ye. Em bang li hemû civakê dikin ku li xwezayê xwedî derkevin.”