Bi ser avahiya HDPê ya Osmaniyeyê de hat girtin 2020-11-04 16:05:37   OSMANIYE –  Hat hînbûn ku di operasyona li dijî HDP’iyan de bi ser Avahiya HDP’ê ya Osmaniyeyê de jî hatiye girtin û polisan li hundirê avahiyê lêgerîn pêk anîne.    Di saetên serê sibehê de di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê ve hatibû destpêkirin de polisan li navenda Osmaniyeyê bi ser malên HDP’iyan de girtibûn. Di serdegirtina malan de polisan Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê Kadriye Tore û Alî Coşkûn û rêveberên HDP’ê yên bajar Celal Aydin, Mehmet Yildirim, Osman Atîlla û Devran Demîr bi angaşta “endamtiya rêxistinê” binçav kiribûn û pişt re Aydin, Yildirim, Atîlla û Demîr hatibûn berdan.    Hat hînbûn ku di çarçoveya heman operasyonê de polisan bi ser Avahiya HDP’ê ya Bajar de jî girtiye û piştî ku deriyê avahiyê şikandine ketine hundir û lê lêgerîn pêk anîne.    Her wiha Hevserokên HDP’ê yên Osmaniyeyê Kadriye Tore û Alî Coşkûn jî hê di bin çavan de ne.