Polisan rojnameger Îbrahîm Karakaş binçav kir 2020-11-04 16:47:57   EDENE – Rojnameger Îbrahîm Karakaş, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatibû destpêkirin de hat binçavkirin.    Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş, di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve derbarê wî de hatibû destpêkirin de li Edliyeya Edeneyê hat binçavkirin. Polisan, Karakaş ji vir birin Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Emniyetê ya Edeneyê.    Parêzerê Karakaş Vedat Ozkan, derbarê binçavkirina Karakaş de diyar kir ku di çaroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatiye destpêkirin de Dadgeriya Cezaya Silhê ya Nobedar a Edeneyê derbarê Karakaş de biryara binçavkirin û girtinê daye.