77 mirovên din jî bi Covîd-19 mirin 2020-11-04 20:27:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 77 mirovên din mirin û 2 hezar û 391 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 77 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 391 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 10 hezar û 558 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 384 hezar û 509.