ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-11-05 09:00:29 * Kuafor û berberên ku bandoreke mezin ji krîza aborî girtine, anîn ziman ku ji ber ku derfetine wan ên din tune ne ji mecbûrî dixebitin.  * Narîn Tok, bi îdaya ku "alîkariya rêxistinê kiriye" ceza lê hatibû birîn û Dadgeriya Înfazê gotibû "têkiliya wê ya bi rêxstinê re didome" û daxwaz aji bo berdan red kiribû. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 1'em a Xarpêtê biryara dadgeriyê xera kir û ji bo kesên ji ber vî sûcê hikum xwarina rê li ber berdanê vekir.    * Îslam kaya, ku gava sewqî Girtîgeha Wanê ya Tîpa M'yê hatibû kirin, wî rakiribûn nexweşxaneyê. Dû re hatibû gotin ku Kaya xwe ji paceya nexweşxaneyê avêtiye û xwe kuştiye. Lê belê di rapora Epîkrîzê de hatibû diyarkirin ku "nav serê wî birîndar bûye û hin kesan lêxistiye yan jî li derekê xistine." Malbata Kaya, gilî kiribû lê belê salek e tu tişt nehatiye kirin.    * Di sala 2013'an de li navçeya Serayê ya Wanê eskeran Senar Khaledî yê kurd ê ji Îranê kuştibûn. AYM'ê ji bo kiryarên wî bên darizandin gotibû "a hatiye kirin binpêkirin mafê jiyanê ye", lê belê hîn jî derbarê kuştina Khaledî de lêpirsîn nehatiye destpêkirin.    * Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl anîn ziman ku tecrîda li Îmraliyê înkarkirina kurdan e, ji bo gelên Tirkiyeyê zext e û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî şer e û gotin, ji bo aştî û demokrasiyê divê Ocalan azad bibe.    * Piştî dinya sar bû, welatî jî ketin etra zivistanê. Welatiyên ku li gor qaweta xwe ya aborî li sobeyan digerin, anîn ziman ku ji mecbûrî dikan bi dikan digerin.    * Endama Lijneya Weşana Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz got, jin dê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin, heke zilam ji paldankên xwe neyên xwar.   * Rêvebirê Egîtîm Sen a Şirnexê Adnan Şenbayram, diyar kir ku li Şirnexê pergala perwerdehiyê têk çûye û got: "Ji hêla rêvebirên payebilind ve, ji rêveberên dibistanan re ferman hatiye ku weke ku di dibistanan de weke ku kêmasî tunebe, her tiştî bêqûsir nîşan bidin. Niha li herêmê vê rêbazê diceribînin."    *  Parêzer Perihan Çagrişim Kayadelen, têkildarî mafê debara jinan de anî ziman ku îqtîdark dixwaze hişekî ava bike û wiha got: "Bi avakirina hişekî nû dixwaze mafê debara jinê ji destê wê bigire. Dibêjin ‘Em ê tundiyê bi dawî bikin'. Lê ji bo vê yekê tu pergala parastinê pêş naxin. Divê berî her tiştî zagonên heyî têxin meriyetê."    * Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, têkildarê geneşiya li Herêma Federe ya Kurdistanê li Avahiya HDP'ê ya Bajar a Wanê daxuyanî bidin. (11.00)   * Nûnertiyên 7 Herêman ên Turk-Îş'ê, li ber nûnertiyan tazmînatên qidemê, pergala xebata sist, bêwlehî, bêrêzikkirin û ji holê rakirina mafên karkeran şermezar bikin. (11.00)   * Meclisa Jinan a HDP'ê, di çarçoveya bernameyên 25'ê Mijdarê de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Dersimê bi jinên elewî re bê gel hev. (13.00)   * Heyeta KCD, DBP û HDP'ê dê serdana malbata Şeralî Derelî ku li gundê Avyanê yê Bajêrganê ya Geverê ji aliyê leşkeran ve hatibûy qetilkirin bikin. (14.00)