Têkildarî dosyeya Îslam Kaya hîn jî tu tişt nehatiye kirin! 2020-11-05 09:17:06 WAN - Îslam kaya, ku gava sewqî Girtîgeha Wanê ya Tîpa M'yê hatibû kirin, wî rakiribûn nexweşxaneyê. Dû re hatibû gotin ku Kaya xwe ji paceya nexweşxaneyê avêtiye û xwe kuştiye. Lê belê di rapora Epîkrîzê de hatibû diyarkirin ku "nav serê wî birîndar bûye û hin kesan lêxistiye yan jî li derekê xistine." Malbata Kaya, gilî kiribû lê belê salek e tu tişt nehatiye kirin.  Li navçeya Elbak a Wanê, Îslam Kaya di 15'ê tebaxa 2019'an da gava bi wesayîta xwe diçû navenda bajêr, eskaran ew dabû sekinandin û ji ber biryareke derbarê wî de ew binçav kiribûn. A din a rojê yanî di 16'ê Tebaxê de jî hatibû girtin. Gavê wî biribûn girtîgehê, eskeran wî ji wir biribû Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Wanê. Li nexweşxaneyê hat tespîtkirin hêla çepê ya serê Kaya çûye xwar û ji ber vê xwîn çûye ser mêjiyê wî.    Paşê Kaya birine odeya serwîsê û wî bi nivînê kelemçe kirine. Lê belê hat gotin ku di 27'ê Tebaxa 2019'an de xwe ji paceya odeya lê bûye avêtiye û xwe kuştiye.    NAKOKÎ   Di zabitnameyên ku eskeran li nexweşxaneyê girtine de, hatiye diyarkirin ku her du destên Kaya bi nivînê kelemçekirî bûne. Di rapora Epîkrîzê de jî hatiye diyarkirin ku "nav serê wî birîndar bûye û hin kesan lêxistiye yan jî li derekê xistine." Di zabitnameya polîsan de jî hatiye gotin ku di dema binçavkirinê de Kaya xwe ji wesayîtê avêtiye û di raporên enxweşxaneyê de jî hatiye gotin ku li tu devera laşê wî birîn nehatine dîtin. Her wiha di venêrana psîkîyatriyê ya li beşa awarte de jî hatiye gotin, nehatiye tespîtkirin ku Kaya tiryak bi kar anîye.    SERLÊDANA MALBATÊ Û NEBERSIVDAYÎN    Malbata Kaya û parêzerên wan ji bo bê lêkolînkirin ku kesekî di bin çavdêriya eskeran de û hatibe binçavkirin çawa xwe ji wesayîtê davêje û kesekî di bin çavdêriya eskeran de û her du destên wî bi nivînê kelemçekirî çawa xwe ji paceyê davêje, gilî kiribûn û serî li dozgeriyê dabûn. Lê belê di ser serlêdanê re salek derbas bûye, hîn jî dozgeriyê îfadeya eskerekî jî negirtiye.    ‘BERPIRSIYAR DEWLET E'    Parêzerê malbatê Kadîr Kûtevî, anî ziman ku giliyê esker û polîsan kirine lê belê heya niha tu tiştek nehatiye kirin û got, polîsên ku Kaya bi wesayîtê dibin girtîgehê pêşî lê didin û dû re wî teslîmî girtîgehê dikin. Kûtevî, bibîr xist dû re Kaya radikin nexweşxaneyê wî dixin beşa awarte ya cerahiya mêjî û got: "Gava wî ji beşa awarte derdixin bi awayekî kelemçekirî wî dibin odeya mehkûman û paşê îdia kirin ku Kaya xwe ji paceyê avêtiye û întihar kiriye. Ne mimkun e ku kesekî destên wî kelemçekirî xwe bavêje û întihar bike. Gava kesekî sendroma bêpariyê pê re hebe û kes li bal wî tune be, ev bi xwe îhmalkirin e û sûc e. Em ferz bikin Îslam Kaya xwe kuşt. Di vir de jî berpirsiyar a dewletê ye."    Kûtevî, destnîşan kir ku di rapora otopsiyê de jî tê gotin serserkî ketiye û got, kesekî ku întihar bike ne mimkun e serserkî bikeve. Kûtevî, bilêv kir ku di vê bûyerê de gelek guman hene û got: "Ji bo ev mirina gumanbar bê aşkerekirin û berpirsiyar bên diyarkirin me serlêdan kiriye, lê belê heya niha îfadeya tu esker û polîsî nehatiye girtin. Tu bikî nekî ev jî fikara ku gelo dixwazin dosyeyê bi derengî bixin li mirov peyda dike. Di warê hiqûqî de diviyabû heya niha îdianame hatibûya amadekirin. Li herêmê ji bo esker û polîsan polîtîkaya bêcezatiyê tê kirin."    MA / Dîndar Karataş- Erdogan Alayûmat