‘Divê ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan azad bibe' 2020-11-05 09:17:07 STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl anîn ziman ku tecrîda li Îmraliyê înkarkirina kurdan e, ji bo gelên Tirkiyeyê zext e û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî şer e û gotin, ji bo aştî û demokrasiyê divê Ocalan azad bibe.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin. Ji ber vê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jina Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê bi dirûşmeya "Em yekîtiyê ava bikin, tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin" kampanyayek dan destpêkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Stenbolê jî kampanyaya navbirî nirxandin.    TECRÎD GIRAN BÛ    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê di 5 salên dawî de pir giran bûye. Sûbaşi, bilêv kir ku bi polîtîkayên neçareseriyê tecrîd giran kiriye û ev yek jî kiriye ku polîtîkayên şerî kûrtir bibin. Sûbaşi, bal kişand ser giringiya kampanyaya li dijî tecrîdê û got, heger xwedî li kampanyayaê bê derketin wê tecrîd bê şikênandin û dê bi vê re li Tirkiyeyê pêşî li ber demokrasiyê û li Rojhilata Navîn jî pêşî li ber aştiyê vebe.    Sûbaşi, destnîşan kir ku tecrîd tenê ne pirsgiêrka gelê kurd e, pirsgirêka gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e jî û ji bo kampanyayê bang kir.    BANDORÊN TECRÎDÊ    Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikimxwaran re ya Marmarayê (TÛHAYDER) Husnu Taş jî got: "Tecrîda li ser Ocalan, înkarkirina gelê kurd e û ji bo gelên Tirkiyeyê jî zext û faşîzm e û ji bo gelên Rojhilata Navîn jî polîtîkaya şer û dagirkirinê ye."    AZADIYA OCALAN    Rêvebirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Atîlla Ozdemîr jî anî ziman ku li rojhilata Navîn pêdivî bi aştiyeke birûmet heye û got, sedema sereke ya kûrbûna pirsgirêkan modela tekparêz a netew-dewletê ye ku nasnameya her kesî înkar dike. Ozdemîr, destnîşan kir ku tecrîd şer girantir dke û got: "Armanca tecrîdkirina Birêz Ocalan, astengkirina modela jiyana alternatîf e. Lê nikarin bi ser bikevin. Tevî hemû astengiyên hêzên serdest jî Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye rêber. Azadiya Birêz Ocalan, tê wateya bidawîbûna şer û sekinandina xwîna li Rojhilata Navîn. Ji bo aştî û demokrasiyê divê Birêz Ocalan azad bibe."    MA / Erdogan Alayûmat