Zivistan hat, welatî li sobeyên erzan digerin 2020-11-05 09:17:10 WAN – Piştî dinya sar bû, welatî jî ketin etra zivistanê. Welatiyên ku li gor qaweta xwe ya aborî li sobeyan digerin, anîn ziman ku ji mecbûrî dikan bi dikan digerin.  Li Wanê welatiyên ku dest bi amadekariyên zivistanê dikin, niha ji bo li gor qaweta xwe ya aborî sobeyan peyda bikin, dikan bi dikan digerin.    DOLAR ZÊDE BÛ HILBERÎN SEKINΠ   Mehmet Etûllah Coşar ku sobeyan çêdike, anî ziman ku di van wextan de eleqeya ji bo sobeyan zêde dibe û got, rojê 15-20 sobeyan çêdikin. Coşar, diyar kir ku di warê fiyet de ew û mişteriyan li hev nakin û got, ji ber zêdebûna kûra dowîzî fiyetê sobeyan du qat zêde bûye. Coşar, anî ziman ku ji ber mesrefê sobeyên bifirin zêde ye êdî hew wan çêdikin û got, niha herî zêde sobeyên êzingan difiroşin. Coşar, diyar kir ku ji ber ku fatûreyên gaza xwezayî zêde tên, welatî ji mecbûrî sobeyan bi kar tînin û got, ji ber betaliyê mirov nikarin tiştekî bikirin, lewma ji dêvla gaza xwezayî sobeyan tercîh dikin.    ‘PIR BIHA NE'    Hatîce Oralî ku ji bo sobeyê bikire ji Taxa Kûrûbaş a navçeya Artemêtanê hatiye got: "Ji bo sobeyê bikirim hatime, lê pir biha ne. Lê em mecbûr in bikirin. Ez jî nizanim ez ê çi bikim. Dixwazin sobeya bifirin û biqofe bikirim. Fiyetê wan jî 400 TL ye. Lê 250 TL bi min re heye. Lê ji bo sobeyeke erzan peyda bikim ez ê biçim dikanên din jî."    ‘ÇÛM 4 DIKANAN LÊ MIN NIKARIBÛ BIKIRE'    Rifat Çinar jî ji bo lûleyên sobeyê bikire hatiye kuçeya sobevanan. Çinar got: "Li warê me zivistan 8 meh e. Lewma em mecbûr in sobeyê û malzemeyên wê bikirin. Ji ber şewbê barê jiyanê giran bûye. Berê me lûleyên sobeyan bi 5 TL'yan dikirî, lê niha bi 15 TL'yan e. Min got belkî lûleyên erzan peyda bikim, çûm 4 dikanan. Lê belê ji ber ku biha bûn, min nekirî."    MA / Bariş Donmez