Emniyetê ji bo şahidê nepen ku dozger li doznameyê bar kiriye got, ‘Kesek wiha tuneye’ 2020-11-05 11:25:41   MÊRDÎN – Li Mêrdînê di doznameya derbarê 2 kesên ku cezayê muebbetê ji wan re tê xwestin de cih ji şahidê nepen ê bi navê “Dîcle” re hat veqetandin. Emniyetê got ku kesekî wiha di agahî û belgenameyan de tuneye    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve di sala 2018’an de derbarê M.Z.C. ku dema qedexeyên derketina derve de wesayîta wî winda bûbû û hevalê wî H.B. de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di encama vê lêpirsînê de dozname hatibû amadekirin û di doznameya de cih ji şahidê nepen ê bi navê kod “Dîcle” re hatibû veqetandin. Derket holê ku şahidekî wiha qet tuneye.    JI BER TUNEBÛNA DELÎLÊN ŞÊNBER NEHATIN GIRTIN   Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, ji ber ku wesayîta winda dema qedexeyên derketina derve li Nisêbînê hatibû diîtin têde madeyên teqîner hatibûn dîtin, di sala 2018’an de derbarê M.Z.Ç. û hevalî wî H.B. de lêpirsîn dabû destpêkirin. M.Z.Ç. û hevalî wî H.B. di encama vê lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û Dadgeha Cezaya Silhê ji ber ku derbarê wan de delîlên şênber tunebûn M.Z.Ç. û hevalî wî H.B. dabû berdan.    CEZAYÊ MUEBBETÊ TÊ XWESTIN   Dozgerê Komarê Nûrettîn Guner di 25’ê adarê de derbarê M.Z.Ç. û hevalî wî H.B. de dozname amade kiribû û pêşkêşî 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê kiribû. Dozname ji aliyê aliyê dadgehê ve hatibû qebûlkirin. Di doznameyê de gelek sûcdarî li M.Z.Ç. û hevalî wî H.B. hatine kirin û ji wan re cezayê muebbeta giran tê xwestin. Dîsa di doznameyê de cih ji şahidê nepen ê bi navê kod “Dîcle” re hatiye veqetandin.    DADGEHÊ JI EMNIYETÊ PIRSÎ   Darizandina M.Z.Ç. û hevalî wî H.B. bi awayekî berdayî li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê tê berdewamkirin. Li ser daxwaza parêzerên M.Z.Ç. û hevalî wî H.B. dadgehê biryar da ku şahidê nepen “Dîlce” dîsa bê guhdarkirin. Ev biryara dadgehê piştî ku ji Miduriyeta Emniyetê ya Bajar a Mêrdînê re hat ragihandin re emniyetê bersiv da dadgehê û got ku di agahî û belgenameyan li ber destê wan de şahidekî nepen ê bi vî navî tuneye. MA / Ahmet Kanbal