Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê meş 2020-11-05 12:01:50   AMED - Meclîsa Ciwanên HDP’ê, li Amedê li dijî polîtîkayên tiryak û bêesil kirinê meşa şermezarkirinê li dar xist.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyeya “Bikeve Nava Tevgerê” ya li dijî polîtîkayên tiryak û bêesil kirinê dabûn dest pê kirin, li navçeya Peyasê ya Amedê duh di saetên şevê de, meşeke şermezarkirinê li dar xist. Ciwanên di meşê de pankarta “Li dijî tevîzandinê bêdeng nemîne, de haydê bikevin nava tevgerê!” vekirin û bê navbera dirûşmeyên “Bendewar nebîne bikeve nava tevgerê” û “Amed ne raze, bikeve  nava tevgerê” berz kirin.    Ciwanên HDP’î, di meşê de bang li welatiyan kirin ku li dijî polîtîkayên tiryakê û bêesil kirine bêdeng nemînin.