Parazvanê wekîla AKP’ê têkildarî teqîna Qeyseriyê hat girtin 2020-11-05 13:02:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvanê Parlamentera AKP’ê ya Amedê Oya Eronat polîs M.O. jî di nav de 5 kes derbarê êrîşa bombeyî ya ku di sala 2016’an de li Qeyseriyê pêk hat û 15 eskeran jiyana xwe ji dest dan de, hatin girtin    Di 17’ê Kanûna 2016’an de, li Qeyseriyê êrîşa bombeyî li dijî otobusa gel a ku eskerên diçûn destûrê tê bûn de, êrîş pêk hatibû, 15 eskeran jiyana xwe ji dest dabûn û 54 esker jî birîndar bibûn. Doza ku derbarê 21 bersûcan de hatibû vekirin, di 24’ê Cotmeha 2017’an de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Qeyseriyê hatibû destpêkirin û par jî bi encam bibû. Ji bo Kenan Çîçek û bersûcên din, cezayê girtîgehê hatibû birîn.   Dadgehê bi dosyeya Saît Karabûlût û Îshak Ozçaktû re, dosyeya bersûcê fîrare Ferhat Tekîner cuda kiribû. Ferhat Tekîner, berî 3 heftiyan, diçe Konsolosxaneya Hewler a Tirkiyeyê û teslîm dibe.    TESLÎM BÛ, LÊ GOTIN BI OPERASYONÊ HATIYE GIRTIN   Tekîner tavilê anîn Tirkiyeyê û heya çend rojan li aliyê MÎT’ê ve di lêpirsînê re hat derbaskirin. Ligel ku Tekîner bi xwe diçe konsolosxaneyê teslîm dibe jî, MÎT û Ewlekariyê îdîakirin ku bi operasyonekê hatiye girtin û ew anîne Tirkiyeyê.   Di çarçoveya lêpirsîna Ferhat Tenîner de, li gorî îfadeyên wî dayî derbarê 4 kesan de biryara girtinê hat derxistin.    AGAHÎ JI BO EWLEKARIYA AMEDÊ NEHAT DAYÎN   Li gorî agahiyan, ekîbeke taybet ji Miduriyeta Polîsan a Qeyseriyê hat Amedê û beyî ku agahiyê bide Ewlekariya Amedê, di 30’ê Cotmehê de bi awayekê hemwext bi ser hin malan de girt.    PARAZVANÊ ERONAT A AKP’Î   Yek ji kesên di vê operasyonê de hat binçavkirin, parazvanê Parlamentera AKP’ê ya Amedê Oya Eronat polîs M.O. ye. Kesên li Amedê hatin binçavkirin, ji bo lêpirsînê birin Qeyseriyê.    25 NASNAMEYÊN SEXTE HATIN DÎTIN   Hat diyar kirin ku parazvanê Eronat polîs M.O. ê ku bi sûcdariya Ferhat Tekîner piştî teqîna Qeyseriyê bi nasnameya sexte şandiye derveyî welat hat binçavkirin, di encama lêgerîna li mala wî de 25 nasnameyên sexte hatin dîtin.    HAT GIRTIN    Polîs M.O. û 4 kesên di çarçoveya îfadeyên Ferhat Tekîner de hatibûn binçavkirin û piştî ku pênc rojan li Şaxa Têkolîna bi Terorê ya Miduriyeta Polîsan a Qeyseriyê di lêpirsînê derbas bûn, duh bi Ferhat Tekîner re ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê û dûre sewqî edliyê hatin kirin. 5 kesên dozger îfadeyên wan girtin, sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Nobedar kirin. Her 5 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.