Ayşe Gokkan derket dozgeriyê 2020-11-05 13:26:02   MÊRDÎN – Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de hatibû binçavkirin û  3 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.   Di 30’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû destpêkirin de Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi 13 kesan re hatibû binçavkirin. Piştî bidawîbûna kirariyên wan ên li emniyetê Gokkan û 3 kesan sewqî Edliyeya Mêrdînê hatin kirin. Dozgeriyê 3 kesan bi daxwaza bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezaya Silhê kir û gotin girtina Gokkan a li dozgeriyê didome.    Tê payîn ku kesên din jî weke kom sewqî edliyeyê bên kirin.