Heyeta KCD, DBP û HDP’ê çûn serdana malbata Derelî 2020-11-05 17:03:35   COLEMÊRG – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di serdana malbata Şeralî Derelî diyar kir ku weke gelê kurd komkujiyên dewletê nîşe digirin û dê rojek hesabê van komkujiyan bipirsin.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bayindir Keskîn û parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Saît Dede, Mûazzez Orhan jî di nav de heyetek çû gundê Avyanê yê bajaroka Bajêrganê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê ku di 29’ê cotmehê de Şeralî Derelî ji aliyê leşkeran ve lê hatibû qetilkirin û serdana malbata Derelî kir.    “DERBASÎ DÎROKÊ DIKIN”   Di serdanê de Heverokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û diyar kir ku zihniyeta ku Şeralî Derelî qetil kiriye 100 sal in baş nas dikin û wiha got: “Me ya ji helîkopteran davêjin an weke Robskî ji hewa ve li me didin an jî bi panzêran me dipelçiqînin. Ji bo gelê kurd edalet û hiqûq tuneye. Weke gelê kurd em van komkujiyên dewletê nîşe digirin, derbasî dîrokê dikin û dê rojek hesabê wan bipirsin. Êşa we êşa me ye. Serê we sax be.”   Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axaftineke kurt kir û ev tişt got: “Malbat malbata me ye. Em bi parlamenter û partiya xwe li cem we ne. Çi bikeve ser milê me ji hêla hiqûqî ve em ê bikin. Serê we sax be.”   ASTENGIKYA LEŞKERAN   Piştî axaftinan kurê Derelî Sûltan Alî Derelî bûyera pêk hatina êrîşa li hemberî bavê xwe vegot. Piştî kurê Derelî biraziyê wî Hacî Bahattîn Derelî, destnîşan kir ku piştî bûyerê dema ji Geverê hatine gund leşkeran li têketina gund pêşiya wan girtiye û destûr nedane ku derbasî gund bibin.      Piştî serdana şînê heyet ji gund veqetiya.