Demîrer: Heger em krîza şaristaniyê li gor a sosyalîst nenirxînin dê barbarî xwe nû bike 2020-11-06 09:00:18 STENBOL - Nivîskarê marksîst Temel Demîrer, anî ziman ku krîza şaristaniyê ya ji ber xitimandina kapîtalîzmê, bi şewba Covîd-19'ê careke din xuyangtir bûye û got: "Heger em krîza şaristaniyê ji bo şaristaniya sosyalîst nenirxînin, dê barbariya xwe nû dike, tenê li deriyê me nexe, dê bişkîne jî."  Piştî şewba Covîd-19'ê derket holê û li seranserê cîhanê belav bû, pergala kapîtalîst ket ber lêpirsînê. Nivîskarê marksîst Temel Demîrer, ev yek nirxand. Demîrer, anî ziman ku krîza şaristaniyê ya ji ber xitimandina kapîtalîzmê, bi şewba Covîd-19'ê careke din xuyangtir bûye û got: "Heger em krîza şaristaniyê ji bo şaristaniya sosyalîst nenirxînin, dê barbariya xwe nû dike, tenê li deriyê me nexe, dê bişikîne jî."    Demîrer, anî ziman ku di serdemên krîzê yên kapîtalîzmê de rasterast gef li jiyana kedkaran tê xwarin û di van serdeman de refleksa çîna sermayeyê jî ew e ku malîyeta krîzê li çîna karkeran bar bike. Demîrer, diyar kir ku rejîma kedxwariyê ya kapîtalîzmê tenê otorîter e û got: "Mîchel Foûcaûlt gotibû 'Îqtidara modern binçavkirineke mezin e.' Foûcaûlt mafdar e."    KEDXWARÎ ZÊDE BÛ    Demîrer, bal kişand ser rapora Endeksa Mafên Kûrewî ya 2020'an a Konfederasyona Sendîkayên navneteweyî (ITÛC) û got, li gor vê raporê Tirkiye di warê mafên karkeran de di nav 10 welatên ku mafên karkeran binpê dikin de ye. Demîrer, diyar kir ku di şert û mercên pandemiyê de kapîtalîstan qezenc kiriye, lê belê şert û mercên heqdesteke kêm li karkeran ferz kiriye.    Demîrer, diyar kir ku îqtidarên siyasî yên Tirkiyeyê mafên karkeran tune dihesibînin û got, di serdema AKP'ê de jî ext û zoriyên li ser çîna karkeran zêde bûye.    KARAKTERA ÇÎNÎ YA ŞEWBÊ    Demîrer, bilêv kir ku piştî şewb derketiye holê polîtîkayên bêmilkirinê li karker û kedkaran hatine ferzkirin û got: "Barê şewbê û krîza aborî li ser pişta karkeran e. Çendî ku serdest înkar bikin jî, awayê Covîd-19'ê biyolojîk e, lê belê belavbûna wê bi temamî çînî ye." Demîrer ji bo vê jî bal kişand ser nûçeya The Gûardînê de ku hatibû gotin gelek milyarder tevî bijîşkên xwe yên taybet berê xwe didin hêwirgehên welatên enfekte nebûne.    FATÛRE LI KEDKARAN TÊ BIRÎN    Demîrer, diyar kir ku di dema şewbê de derxistina ji karî hatiye qedexekirin, lê belê ji bo karkeran rojane 39 TL hatiye diyarkirin û ev jî tê wateya ku karkeran teslîmî birçîbûnê dikinn. Demîrer got: "Bi vî awayî fatûreya şewbê li karker û kedkaran tê birîn. Di navbera meha Nîsan-Hezîranê de destûra bêheq dan milyon û 705 hezar û 147 karkerî. Ev karker mehê bi hezar û 168 lîreyî debara xwe dikin. Li Tirkiyeyê di ser ji sedî 40'î re karker bi meaşê kêmtirîn dixebitin. Gava em li van tiştan mêze bikin, di dawiya vê tûnelê de agireke mezin heye ku têkoşîna çînê wê gur dike."    Demîrer, destnîşan kir ku kapîtalîzma ku bi krîzên aborî hejiyaye, bi şewbê re ber bi krîzeke mezin a nerêvebirinê ve çûye û got, rêvebir jî bi pirsgirêka nebirêvebirinê re rû bi rû ne û wê serdemeke ku bandora şewbê li seranserê cîhanê belav bibe dest pê bike.    Demîrer, destnîşan kir ku şewbê şert û mercên ku kapîtalîzmê çîna karkeran tê de mehkûm kiriye û rizandina sendîkayên zerik derxistiye holê û got, bi vî awayî derfetek derketiye pêşiya feraseta çîna karkeran.    Her wiha Demîrer, diyar kir ku "cîhana piştî şewbê" ku bûrjûvaziyê soza wê daye, dê ji cîhana beriya şewbê xirabtir bibe û got: "Dê hîn bêtir kedxwarî, bêbawerî, kontrol bê û dê şideta li ser eqaliyetan zêde bibe. Lê divê em van daxwazên ji bo vegera berê red bikin. Divê em li dor dirûşmeya 'Em naxwazin veguherin asayîbûnê. A pirsgirêk bû, asayîbûn bû' bibin xelek ku xwepêşanderên Santîagotê berz kirine."    KRÎZA ŞARISTANIYÊ    Demîrer, anî ziman ku heger ji bo Covîd-19'ê aşî bê dîtin jî dê nê tu tişt ne wekî berê be û got: "Kapîtalîzma ku xitimeye, qabîliyeteke wê ya ku pirsgirkan çareser bike tune ye. Berevajî, her tim pirsgirêkan zêdetir dike. Çimkî li holê krîzeke şaristaniyê heye ku ji ber vê rewşa xitimandî rû daye. Heger em krîza şaristaniyê ji bo şaristaniya sosyalîst nenirxînin, dê barbariya xwe nû dike, tenê li deriyê me nexe, dê bişikîne jî. Li holê krîzeke şaristaniyê heye. Lîstika kapîtalîst xera bû. Derfeta guherandina pêşaniyên jiyanê careke din li ber me ye." "    MA / Kadîr Guney