AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe 2020-11-06 09:00:26 ŞIRNEX - Rêveberên AKP'ê yên Şirnexê li Şirnexê di bin navê alîkariyê de gelek kes kirine endamên AKP'ê. Bêyî ku haya kesên kirine endam jê hebe, endamtiya wan hatiye çêkirin.  Rêxistina AKP’ê ya Şirnexê, li taxên Tokî, Dîcle û Vakifkentê mal bi mal geriyane û bi îdîaya dê “alîkariyê bikin” nasnameyên welatiyan girtine û beyî welatiyan ew kirine endamên AKP'ê. Piştî ku nasnameyên welatiyan hatin hildan hefteyek şûnde peyam ji telefonên wan re hatine şandinû gotine: "AK Partî, malbata mezin a Tirkiyeyê, hûn bi xêr hatin." Li gel vê peyamê welatiyên ku hînbûne ew kirine endamên AKP'ê bertek nîşan dan. Welatiyên ku bi vê yekê rû bi rû man axivîn û bang li gelê Şirnexê kirin ku li hemberî van lîstîkan dengê xwe derxin.    'MALBATÊN XÎZAN TESPÎT DIKIN Û BI NAVÊ ALÎKARIYÊ DIKIN ENDAMÊN AKP'Ê'   Îdrîs Cevîk ê li Taxa TOKÎ'yê dijî, diyar kir ku hefteyek berê ji wan re hat gotin ku wê alîkariya xurekî ji wan re bikin û got: "10 roj berê xebatkarê bîneya me hat ji me re got 'Ji malbatên xîzan re alîkarî tê belavkirin, nasnameyên xwe bidin em navê we jî binivîsin ku alîkarî ji we re jî bê.' Me jî got qey wê alîkarî bê, me nasnameyên xwe dan. Piştî ku me nasnameyên xwe dan, peyam hatin telefonên me. Di vê peyamê de jî dihat gotin ku em kirine endamên AKP'ê. Pişt re min telefonî serokê AKP'ê yê Şirnexê kir û ji wî re got, we em bêyî îradeya me kirina endamê partiya xwe. Min jê re got, 'Hûn çima tiştên wiha dikin, siyaset cuda ye, xîzmet cuda ye.' Hemû malbatên xîzan tespît kirine û li ser navê alîkariyê beyî haya wan, wan dikin endamên partiya xwe. Tenê di bîneya me de 10 malbat kirine endamên AKP'ê. Bîneyên din jî bi heman tiştî re rû bi rû man e. Li çi qas kes in, ez hejmara wan nizanim. Me ev yek qebûl nekir û me ji wan re jî got. Pişt re ji me re peyam hat ku endamtiya me betal kirine."   'BI TAYBETÎ LI DIJÎ MALBATÊN WELATPARÊZ VÊ POLÎTÎKAYÊ DIDIN MEŞANDIN'    Welatiyekî ku bi heman tiştî re rû bi rû mayî û ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê aşkerekirin jî bang li malbatan kir ku li dijî vê polîtîkaya AKP'ê hişyar bin û wiha axivî: "Ev bûyer nêzî 10 roj berê hat serê me. Xebatkarê bîneya me ji me re got 'Wê ji we re alîkarî bê, nasnameyên xwe bidin.' Hat nasnameyên me birin. Piştî ku roj derbas bûn peyama 'Hûn bûne endamê AKP'ê ' hat telefona me. Ez rabûm min bang li dergevanê bîneyê kir û min ji wî re got 'Ev çi ye?' Wî jî got, 'Haya min jî pê tune ye.' Pişt re çûye ji wan re gotiye, 'Ger hûn endamtiyê betal nekin em ê derheqê we de doz vekin.' Piştî vê endamtiya me betal kirin. Me li e-devletê jî mêze kir. Beyî haya me jê hebe, em kirine endam. Di bîneya me de nasnameya 10 malbatan standin. Ji van 10 kesan 6 kes kirine endamên AKP'ê. Vê polîtîkayê bi taybetî li dijî malbatên welatparêz didin meşandin. Malbatên ku rewşa wan a aborî nebaş, dixwazin bi vî awayî teslîm bigirin. Divê malbat baldar bin. Dixwazin malbatên xîzan bi vî awayî terbiye bikin. Divê gelê berbayî vê lîstika dewletê nekeve."    Têkildarî mijarê me telefonî Serokê AKP'ê yê Şirnexê kir, lê belê bersiv neda telefona me.    MA/ Zeynep Dûrgût