Hejmara 17'emîn a dilopê derket 2020-11-06 09:00:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 17an a Kovara Dilopê, ku du mehan carekê bi du zimanan tê weşandin û kovareke çand, huner û polîtîkayê ye, derket. Hejmara 17'an a kovara du mehî û du zimanî ya çand, huner û polîtîkayê Dilopê derket. Mijara dosyeya vê hejmarê "Di çerxa Rojhilatanavîn de Siyaset û Kurd… " e. Dosye îşaret pê dike ku li Tirkiyeyê kêşeya kurd nayê çareserkirin, li Rojhilatanavîn dibe meseleyeke piralî ku hêzên mezin jî êdî midaxileyên wê ne. Di dosyeyê de analîzên Arzû Yilmaz, Hişyar Ozsoy û Yusuf Karataş cî digirin.     NAVEROKA HEJMARA 17'AN   Kovar, bi sî heb wêneyên Fewzî Bîlge cî dide ‘Çîrokeke Dêrsimê’ û bergê kovarê jî ji vê çîrokê hatiye wergirtin. Sezaî Sarioglû jî bi nivîsa xwe ya bi serenavê ‘Ne peyv, ferheng e Dêrsim’ qala hêlên cuda yên Dêrsimê dike bi şêwazeke resen. Ev sîh sal di ser koça Mihemed Arif Cizîrî re borîn. Zeyneb Yaş a berhevkar di vê hejmarê de portreya wî pêşkêşî xwîneran dike. Rûbar Dîndar jî bi mebesta 200 saliya Engels qala wî dike.    Ayhan Erkmen ê ku qala bûyer û hûrgiliyên balkêş dike, vê carê qala trajediya sed sal berê ya malbateke ermenî û ji Licê dike.    Mêvanên hevpeyvînan ên vê hejmarê: Arkeolog Mesut Alp, Îbrahîm Amîr ê şanogerê ji Efrînê, Şeyhmys Kaynaka yê hosteyê dawîn kûzikan li Mêrdînê ye. Wekî din M.Latîf Saglam ê peykertraş û Zeynep Turkyilmaz a akademîsyen ku bi lêkolînên xwe yî li ser Dêrsimê tê nasîn, mêvanên kovarê ne.   Barış Avşar ê ku tarîxa arkeolojiyê û jiyana siyasî ya îroyîn digihîne hev di vê hejmarê de bi nivîsa xwe ya bi serenavê ‘BÊRÛ û împaratoriya ziman’ li pêşberî xwîneran e. Du çîrokên vê hejmarê hene ku yek jê ya Helîm Yûsiv e derbarê qetliama Sînemaya Amûde de, ya din çîrokeke bi komik a H.Tumanyan e.    Du nivîs hene ku îşaret bi serboriyên balkêş dikin; yek jê Veysi Ulgen li ser Sînemaya Dîlanê ya Amedê nivîsî, yan din Omer Leventoglû jî li ser belgefîlmê ‘Bu da mı gol değil?’ nivîsek lêkiriye.   Di vê hejmara kovarê de Mehmet Bayrak li ser nûnerên gerok ên edebiyata Anadol û Mezopotamyayê, Ragip Încesagir jî li ser Yunus Emre nivîsiye.