Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef 2020-11-06 10:06:58   ENQERE - Endamê Dadgeha Bilind Îdrîs Unal ê ku dersên têkildarî sûcên înformatîk dide dadger û dozgeran, li ser medya civakî ÎHD'ê kir hedef.    Endamê Dadgeha bilind îdrîs Unal ê ku di Akademiya Edaletê ya Tirkiyeyê de, dersên têkildarî "Sûcên înformatîk" dide namzetên dadger û dozgeran, li ser medya civakî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ku yek ji saziyên hiqûqî yên Tirkiyeyê kir hedefa xwe. Komeleya ÎHD'ê duh rapora "10 mehên ewil ên sala 2020'an a zextan, gef xwarin, revandina kesan û ferzkirina sîxurtiyê yên li ser mirovan' li ser hesabê xwe yê Twîtterê aşkere kiribû. Unal, li binê vê parvekirinê de, ev nirxandin kir: "Navê xwe weke komeleya mafê PKK'ê biguherînin wê hîn bi wate be."   Bikarhênerên medya civakî bertek nîşanî vê nirxandina Unal dan û diyar kirin ku ÎHD, yek ji saziyên hiqîqî ya herî bingehîn a Tirkiyeyê ye û ev parvekirin kirin: "Başe ku ÎHD heye."