Li Edenê 2 kes hatin girtin 2020-11-06 11:53:34   EDENE - Ji 7 kesên di 30'ê Cotmehê de li Edenê hatibûn binçavkirin, 2 jê hatin girtin û şandin girtîgehê.   Polîsan di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi reve bir de, di 30'ê Cotemehê de bi ser malan de girtibûn û 7 kes binçav kiribûn. 5 kesan li Miduriyeta Polîsan îfade da bûn û hatibûn berdan. Kesên bi navê E.D. û Ş.D. duh sewqî Edliya Edenê hatibûn kirin. E.D. û Ş.B. bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Alîkarî dayîna rêxistinê" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê.