Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn 2020-11-06 13:00:59 AMED – Di qezaya trafîkê ya li Amedê rû da de, 5 wesayît li hev qulipîn. Di qezayê de yek jê giran 3 kesa birîndar bûn û rakirin nexweşxanê.   Dibin Pira Kantarê ya rêbejahiya di navbera Amed û Rihayê de qeza rû da. Di qezaya saet 11.00’an rû da de, 5 wesayît li hev qulipîn. Qezayê ji ber ne baldarî û xiza zêde rû da. Li gorî agahiyan, di qezayê de, yek jê giran 3 kes birîndar bûn.    Ekîbên polîs û tenduristiyê piştî qezayê hatin cihê bûyer. Heya demekê rê li trafîkê hat girtin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer jî birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên bajêr. Piştî saetekê rê li trafîkê hat vekirin.