Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin 2020-11-06 13:24:27 AMED - Li Amedê, li dijî endamê Egîtîm Senê operasyon hat lidarxistin û 26 mamoste hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, li dijî endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Senê) operasyon hat lidarxistin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de, di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û 26 mamoste binçav kirin.   DI DOLABÊN DIBISTANÊ DE JÎ LÊGERÎN   Li gorî agahiyan, polîs piştî serdegirtin û lêgerînên di malan de, çûn dibistanên mamoste lê peywirdar bûn û dolabên takekesî yên mamosteyan, di lêgerînê re derbas kirin.    MAMAOSTEYÊN HATIN BINÇAVKIRIN   Navê 22 mamosteyên hatin binçavkirin wiha ne: "Şenay Koç, Zeynep Alak, Kasim Aydin, Hacer Alp, Hamdîn Oztekîn, Yildirim Arslan, Abbas Şahîn, Salîha Zorlu, Tahîr Çetîn, Recep Şîmşek, Mehmet Baydemîr, Mehmet Emîn Uzel, Halîs Kizilirmak, Fatîh Mutlu, Ezgi Çelik, Nuri Aras, Savaş Saymaz, Mehmet Arda, Remzi Mehmetoglu, Ruken Çelik, Murat Derince û Devrîm Durucan ê li navçeya Farqînê erkdar bû."     Mamosteyên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.