Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin 2020-11-07 08:33:26 EQNERE – Li navçeya Keçîorenê Adem O. hevjîna xwe, keç û kurê xwe qetil kirin.    Li taxa Karakaya ya navçeya Keçîorenê ya Enqereyê Adem O. gule li hevjîna xwe Nefîk O, keça xwe Seher O. û kurê xwe Selahattîn O.  reşandin û ew qetil kirin. Dûre Adem O. ji mala xwe derket û reviya. Piştî agahdarkirina cîranên wan polis û komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û bi cenazeyan re rûbirû man.    Hat diyarkirin ku kujer Adem O. hatiye girtin.