Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin 2020-11-07 09:08:34 COLEMÊRG - Li Goristana Taxa Ormanê ya Geverê, polîsan 6 caran gor xera kiribûn. Di êrîşa li ser goran de gora Suleyman Aksû jî hat xerakirin ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatan sal û nîvek berê gilî kiribûn, lê belê hîn jî lêpirsîn wekî xwe yê berê ye.  Piştî hilbijartina 7'ê Hezîran a 2015'an de li herêmê gelek goristan hatin xerakirin. Li Taxa Orman a Gever a Colemêrgê jî ji 13'ê Adara 2016'an heya 19'ê Nîsana 2019'an polîsan bi kerane û makîneyên karî 6 caran êrîş bir ser goristanê û gor xera kirin.    Gora Suleyman Aksû jî li vê goritanê ye ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû.    Dayika Aksû Kûdret Aksû di 25'ê Nîsana 2019'an de gilî kiribû. Aksû bi tawanbariya "heqareta li bîranînê" û "zererdayîna li îbadetxane û goristanan" gilî kiribû û ji Serdozgeriya Komarê ya Geverê xwestibû ku polîsên gor xera kirine bên cezakirin.    CAREKE DIN JÎ XERA KIRIN    Di ser gilîkirinê re sal û nîvek derbas bûye, lê belê hîn jî tiştek nehatiye kirin. Hîn lêpirsîn dewam dike, lê belê polîsan di 1'ê Gulana 2020'an de careke din êrîş birin ser heman goristanê.    MA / Mujdat Can