ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin 2020-11-07 15:44:10 KOCAELÎ  – Meclîsa ÎSÎG'ê rapora cînayetên kar aşkere kir û diyar kir ku di 10 mehên ewil ên sala 2020'an de 1734 karker bi cînayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê da zanîn ku di cotmehê de 207 karker bûne qurbana qezayên kar.    Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), rapora meha cotmehê ya qezayên kar û karkerên bûne qurbana kar aşkere kir. Meclîsa ÎSÎG'ê rapor li Parka Mafê Mirovan a Îzmitê bi raya giştî re parve kirin. Meclîsê di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî cînayetên kar, şewb, betalî, birçîbûn û xebata bê ewle, piştevanî û berxwedan dide jiyîn" vekirin. Karkeran di çalakiyê de dirûşmeyên “Ne qeza, cîneyetên kar in" û “Em naxwazin di kar de bimirin" berz kirin. Nûnerên sendîkayê û rêxistinên civakî jî tev li çalakiyê bûn. Nûnerê ÎSÎG'ê yê Kocaelî Selçuk Karstarli daxuyanî da. Karstarli, anî ziman ku zagonên torbe yên li meclîsê tên hiqaşkirin êrîşek mezin a li dijî mafê karkeran e û wiha got: "Bi van zagonan ji bo karkerên kêmî 25 salî û zêdeyî 50 salî, peymanên kar ên demî tên îmzekirin. Bi Kidem û tazmînata îxbarê ewlehiya kar tune. Şewb ji bo xwe kirine firsend. Tenê di 10 mehên ewil ên sala 2020'an de 1734 karker bûn qurbana qezayên kar. Di meha cotmehê de 207 karker bûn qurbana cînayetên kar. Ji roja 11'ê Adarê ku vîrûsa corona li Tirkiyeyê tespît bû herî kêm 325 karker bi vîrûsê mirin. Dewlet ewlehiya kar û tenduristiya karkeran esas nagire. ji bo xwe aboriyê esas digire. Şewb ji bo xwe kirine firsend.    DAXWAZÊN XWE ANÎN ZIMAN   Karslarli, xwest şewba Covid-19 ji bo kedkarên tenduristiyê bibe qezaya kar û wiha got: "Divê di serî de ewlehî, tenduristî û xwarina karkeran bên rastkirin başkirin. Karkerên ku gihiştine temenekî û nexweşiyên wan hene divê destûra bê pere bigire û meaşê xwe bistîne. Divê êdî karkeran ji kar neavêtin û ne 1168 TL heqê tam bidin karkeran. Divê saetên xebata kar bên kêmkirin. Divê ji bo karkeran testa bê pere bê kirin. Divê li cihê kar û tenduristiyê hilberîn bê rawestandin. Divê saetên karkerên li mal ji nûve bên rastkirin û başkirin."   Li Kocaelî di meha cotmehê de herî kêm 5 karker di 10 mehên dawî de herî kêm 70  karker bûn qurbanê kar."