Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan 2020-11-07 16:21:41   AMED - Ji 26 endamên Egîtîm Senê yên li Amedê hatibûn binçavkirin, 3 jê hatin berdan.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, polîsan duh li dijî endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Senê) operasyon li dar xistibûn û 26 endamên Egîtîm Senê bin çav kiribûn. Ji 26 kesan, 3 jê duh bi şev hatin berdan. Dayika zaroka 5 mehî Hacer Alp, Ruken Çelîk û Pinar Çetin ên duh hatin berdan, di dema lêpirsînê de, pirsên Komkujiya Gara Enqerê, çalakî û bernameyên ku sendîka li dar xistin ji wan hatine kirine.     Zeynep Alak a hat binçavkrin û zaroka wê ya 8 mehî heye, duh bi şev ji bo ku şîr bide zaroka xwe polîsan ew birine malê. Piştî ku Alak şîr dide zaroka xwe çardin paşve dibin Miduriyeta Polîsan a Amedê   MAMOSTAYÊN DIBIN ÇAVAN DE    23 kesên di navê de Şenay Koç, Zeynep Alak, Kasim Aydin, Hamdin Oztekin, Yildirim Arslan, Abbas Şahin, Saliha Zorlu, Tahir Çetin, Recep Şimşek, Mehmet Baydemir, Mehmet Emin Uzel, Halis Kizilirmak, Fatih Mutlu, Ezgi Çelik, Nuri Aras, Savaş Saymaz, Mehmet Arda, Remzi Mehmetoglu, Murat Derince, Devrim Durucan û  Fatih Mutlu jî heyîn ên dibin çavan de tên girtin, piştî îfadeyên wan hatin girtin, wê di rojên pêş de sewqî edliyê bên kirin.