Dayika Aştiyê bang li Başûr kir: Berbayê lîstika tirko nekevin 2020-11-08 09:11:49 AMED - Dayika Aşitiyê Rahîme Înce û Helbestvan Zozan Gulan têkildarî rageşiya PDK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe avakiriye de, bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kirin ku nebe sedama "birakujiyê" û gotin: "Em yekin. Barzanî dixwaze sînor dane nava hêzên kurdan. Birakujî xwekujî ye."    Endama Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Rahîme Înce û Endama Komeleya Wêjekarên Kurd Helbestvan Zozan Gulan derbarê rageşiya PDK'ê ya li Herêma Kurdistana Federe avakiriye de, axivîn.   Înce, bang li Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî kir ku bila di nava kurdan de şer çênebe û got: “Bila kek Barzanî nekeve tora dewleta tirko. Em bang li wî dikin ku bila bira birayî nekuje. Birakujî bila rabe. Êdî bila dayik negirîn. Dinya dê bi me bikene, dê bibêjin ‘kurd kurdan dikujin.’ Em vê yekê naxwazin. Em aşitiyê û biratiyê dixwazin. Zarokên wan jî bimirin yên me ne, yên me jî bimrin yên wan e. Bila hêsirê çavên dayikan êdî naberin. Eyb e, ev di nav dinê de rûreşiyeke mezin e.”   ‘NEYÊN LISTIKA DEWLETA TIRK’   Înce, diyar kir ku Tirkiye dixwaze ku kurd kurdan bikujin û wiha bilêv kir: “Bila berbayî lîstika tirko nekevin. Ew dê xwe dûr bixîne û bira bi bira bide kuştin. Gelê kurd li her derê rabûye ser piyan, şer naxwaze. Kek Mesût Barzanî bi hêrs rabe wê bi zirarê rûnê. Wê dewletên Amerîqa, Rûsya û Tirkiye avê berdin bin kayê û xwe bidin hêla bayê. Êdî bes e, em naxwazin şer derkeve.”   ‘ŞERÊ NAVXWEYÎ PERÇEKIRINA KURDA NE’   Helbestvan Zozan Gulan jî, diyar kir ku ew wêjevan û rewşenbîrên kurd bi gengeşiya di nava hêzên kurdan de gelek xemgîn in û got: “Destpêkirina şerê di nava hêzên kurdan de perçekirina gelê kurd e. Mirov dikare bibêje ev şerekî malbatî ye. Û ji bo berjewendiyên malbatî tevdigerin. Em rewşenbîr û wêjekarên kurd vî şerî qebûl nakin. Dema behsa şerê birakujiyê tê kirin, em dibêjin ‘birakujî xwekujî ye’. Em şerê navxweyî nikarin ragirin.”   'HEKE EM NEBIN YEK EM Ê HERIN YEK BI YEK'   Gulan, gotina Helbestvanê Kurd Cegerxwîn a ‘heke em nebin yek em ê herin yek bi yek’ bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salan e ku em vê gotinê ji partî, sazî û komeleyên xwe re dibêjin. Lê mixabin ev gotin di paş de dimîne. Ku em îro nebin yek, yekitiya xwe ava nekin bi rastî jî em ê biçin yek bi yek. Heke yekitiya me çêbe tu rêxistin û dewlet nikarin li hemberî me derkevin. Em bibêjin ‘em kurd yek in, yek perçe ne û yek deng in’ wê demê rê nadin şerê navxweyî û birakujiyê jî."    BANGA YEKITIYÊ   Gulan, bal kişand ser gotinên Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî yên derbarê biratiyê de û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Mesûd Barzanî ji hêlekê ve dibêje ‘em bira ne’ ji hêlekê jî sînoran datîne navbera xwe û hêzên me yên li Başûr bi cih bûne û dibêje ‘ev perçe yê min e tu nikarî derbaz bibî’. Dema mirov li vê nêrîna wî dinêre dixwaze xwe û partiya xwe tenê bike ya gel. Lê niha li her çar perçeyê Kurdistanê kurd hene. Heke tu bixwazî bibî partiyeke Kurdistanê divê her rengê Kurdistanê bidî berçavê xwe. Em pirreng in. Rewşenbîr, wêjevan û nivîskarên kurd dengê xwe bilind bikin û banga yekitiyê bikin. Hêvî dikim ku wê di nava me de tişteke baş çêbibe.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Cengiz Ozbasar