Li Edeneyê 3 kes hatin berdan 2020-11-08 11:36:42   EDENE - Li Edeneyê, 3 kesên ji ber parvekirinên medya civakî hatibûn binaçavkirin, hatin berdan.   Polîsan, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Edenê bi rêve bir de, pêr bi ser malan de girtibûn û 3 kesên bi navê H.Y., O.K. û M.O. bi hinceta parvekirinên medya civakî binçav kiribûn. 3 welatiyên ku li Miduriyeta Polîsan îfadeyên wan hatin girtin, dûre sewqî dozger hatin kirin. Her 3 kes bi daxwaza, bi şertê kontrola edlî bên berdan, sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Edeneyê hatin kirin. H.Y., O.K. û M.O. piştî îfade dan dadgehê, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.