Kontrolên, koronayê: Bi kar anîna 105 wesayît û 13 kargehan hat rawestandin 2020-11-08 12:22:32 ENQERE - Wezareta Karê Hûndir, aşkere kir ku di çarçoveya kontrolên vîrûsa koronayê de, bi kar anîna 105 wesayîtên nav bajêr û ji derveyî bajêr û 13 kargehan hat rawestandin û derbarê 585 kes û şirketan de gilî hatine kirin.     Wezareta Karê Hûndir, daniyên xwe yên kontrolên têkildarî şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) parvekirin. Di daxuyaniya hat dayîn de, ev agahî hatin dayîn: "42 hezar û 313 kes hatin peywirdarkirin û bi 12 hezar û 501 ekîbî re kontrolkirin hatiye kirin. Di çarçoveya kontrolên vîrûsa koronayê de, bi kar anîna 105 wesayîtên nav bajêr û ji derveyî bajêr û 13 kargehan hatiye rawestandin. Di heman demê de derbar3 e  585 kes û şirketan de gilî hatine kirin."