Cendirmeyan xwest cihê goristanê guhertin 2020-11-08 15:55:55 MÊRDÎN - Gora Abdulhamît Keskin a li Navçeya Nisêbînê li ser daxwaza Fermandariya Cendirmeyan a Nisêbînê hat guhertin.    Bi fermana Fermanadarê Cendirmeyan a Navçeya Nisêbînê Fatih Dogan xwestin gora Abdulhamit Keskin ê di sala 1995'an de li taxa Birguriyê jiyana xwe ji dest dabû gora wî hat guhertin. Bêyî ku agahî bidin malbatê cenazeyê Keskin ji goristanê derxistin û birin Goristana Mohris a Navçeya Nisêbînê. Piştî cenaze ji goristanê derxistin tenê destûr dan ku bav û bira tev li definkirinê bibin. Tekildarî guhertina gorê girtek girtin. li ser giliyê Bilal Karakaş ê li CİMER’ê gilî kir, kar û barê lêpirsînê hat destpêkirin. Bi îdeaya Keskin endamê rêxistinê ye û gor wekî "Birdarî" tê nasîn xwestin cihê gorê bê guhertin. Li ser daxwaza fermandariya cendirmeyan cihê gorê guheritn.    Birayê Abdullah Keskin, anî ziman ku di sala 1995'an de dema 19 salî bû hatibû kuştin. Piştî 25 sal şûnde bi fermana rayedarên dewletê dîsa cihê gora wî guhertin. Destûr nedan ku miri rehe razê.