Agahî nedan malbatan ku zarokên wan bi vîrûsa koronayê ketine 2020-11-09 09:03:59   ÊLIH – Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, agahî neda malbata 4 girtiyan ku zarokê wan bi vîrûsa koronayê ketine.    Li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê, girtiyên bi navê Necat Ekîncî, Lezgîn Ekîncî, Maşûk Çelîk û girtiyek ku navê wî nehat hînkirin û li kogûşa k9’ê dimînin bi vîrûsa koronayê ketin. Li heman kogûşê 22 girtî dimînin û rêveberiya girtîgehê 18 girtiyên din jî kiriye qarantînayê. Rêveberiya girtîgehê, malbatan derbarê pêketina zarokên wan a vîrûsa koronayê agahdar nekir. Ji ber ku 2 hefte ne hevdîtina bi telefonê jî li girtîgehê hatiye qedexekirin, malbatan ji xebatkarekî nexweşxaneyê hîn kir ku zarokê wan bi vîrûsa koronayê ketine.    DI PACEYÊ DE HEVDÛ DÎTINE   Birayê girtî Necat Ekîncî, Gurgîn Ekîncî, derbarê mijarê axivî û diyar kir ku agahdarnekirina girtîgehê sûc e û wiha got: “Kekê min û girtiyên din li nexweşxaneyê tên tedawîkirin. Destûr nedan ku em wî bibînin. Em jî daketin hewşa nexweşxaneyê û li ber paceya kul ê dimîne bangî wî kir û bi vê rêbazê em pê re ketin têkiliyê. Ji me re got ku li heman kogûşê 22 girtî dimînin, 4 girtî bi vîrûsê ketine û girtiyên din jî kirine qarantînayê. Îhtîmal heye ku girtiyên din jî bi vîrûsê bikevin.”     LI GIRTÎGEHA 300 KESÎ 660 GIRTÎ DIMÎNIN   Ekîncî, destnîşan kir ku qapasîteya girtîgehê 300 kes lê li girtîgehê 660 girtî dimînin û ev tişt anî ziman: “Li girtîgehê ji bo vîrûsa koronayê bergirî nehatine girtin. Li kogûşeke biçûk 22 girtî dimînin. Ji ber ku ranzayên wan şikandî ne girtiyan bi derfetên xwe texta kirîne lê rêveberiya girtîgehê textê wan bêhincet destser kiriye û nade wan. Amûrên paqijiyê jî biha didin girtiyan. Xebatên paqijiyê li girtîgehê nayê kirin. Li girtîgehê pêkanînên kêfî zêde bûne. Pirtûk û rojnameyan nadin girtiyan. Mafê axaftina bi telefonê timik tê birîn. 2 hefte ne hevdîtinê bi telefonê jî hatine qedexekirin.”    MA / Fethî Balaman