Berteke Lîmter-İşê ya cînayetên karkeran: Bîlançoya şer 2020-11-09 09:04:43 STENBOL – Serokê Giştî yê Lîmter Kanber Saygili, rapora cînayetên kar weke “Bîlançoya Şer” nirxand û ev tişt got: “Ev hejmareke, em li vir qala mirovên ku jiyana xwe ji dest dane didin. Çareseriyên demkî ne rizgarî ne. Divê li dijî van êrişên bingehîn eniya kedê têkoşîneke baş bimeşîne.”    Li gorî rapora cînayetên karkeran ku Meclisa Ewlehî û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), di 7’ê mijdarê de weşand, di meha cotmehê de herî kêm 207 karkeran jiyana xwe ji dest daye û di 10 mehên destpêkê yên salê de jî bi giştî herî kêm 736 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Ji meha adarê ku pêvajoya pandemiyê dest pê kir ve 325 karkeran ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Serokê Lîmter-Îşê Kanber Saygili, cînayeta karkeran ji ajansa me re nirxand.   ‘JI DESTHILATÊ HÊZ TÊ GIRTIN’   Kanber Saygili, sedema cînayetên karkeran bi negirtina bergiriyên ewlehî û tenduristiyê ve girê da û diyar kir ku qrîzên heyî yên li welat ser cînayetên karkeran digirin û wiha got: “Hezar û 736 ne hejmareke, em li vir qala mirovên ku jiyana xwe ji dest dane dikin. Ev bilançoya şe re. Karsaz rûmetê nadin karkeran. Vê jî bi negirtina bergiriyan nîşan didin. Her ku diçe bêtir jiyana karkeran dikeve talûkeyê. Desthilata AKP-MHP’ê jî di cînayetên karkeran de xwedî roleke mezin in. Karsaz di mijara negirtina bergiriyên tenduristî û ewlehiyê de ji desthialtê hêz digirin.”   ‘DIVÊ TÊKOŞÎNEK BAŞ BÊ DAYÎN’   Di bedewamê de Saygili, xwest ku pandemî ji bo kedkarên tenduristiyê weke nexweşiyeke pîşeyî û û ji bo kedkarên kargehan jî weke qezaya kar bê qebûlkirin û ev tişt anî ziman: “ Vîrûsa koronayê ji hêla AKP û karsazan ve weke fersendê tê bikaranîn. Weke qrîza aborî vîrûsê jî werdiguherînin fersendê. Ev jî bo karsazan dibe gef. Di vê pêvajoyê de divê çîna karkeran li dijî AKP-MHP’ê eniyeke hevpar ava bike. Ne avakirina eniyeke wiha hêz dide desthilat û karsazan. Çareseriyên demkî ne xelasî ye. Divê li dijî êrişên wiha têkoşîneke baş bê dayîn.”