Ji Dr. Bîlek hişyariya zivistanê: Wê nexweşxaneyên me kêm bimînin 2020-11-09 09:08:38 MÊRDÎN – Hevserokê Şaxa SES’ê ya Mêrdînê Dr. Ozgur Bîlek, derbarê zêdebûna hêjmarên pêketiyên vîrûsa koronayê de hişyarî da û ev tişt got: “Derbarê rawestandina pêla ku dest pê kiriye tu agahiya me tuneye. Nexweşxane û xebatkarên me wê kêm bimînin. Wê hê bêtir mirov jiyana xwe ji dest bidin.” Vîrûsa koronayê ku bandora xwe ya li seranserê cîhanê didomîne, bi sarbûna hewayê re hejmara pêketiyên wê zêde bûn. Ji ber vê yekê di rojên dawîn de dîsa cihê xwe di rojevê de digire û li serê nîqaş tên kirin. Vê derbarê ji bo girtina bergiriyên nû hin bang tên kirin.    KORONA RASTIYEK E    Li bajarên herêmê jî hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê di rojên dawîn de zêde dibin û gelek kes ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest didin. Yek ji bajarên ku mirov zêde bi vîrûsa koronayê dikevin û pê jiyana xwe ji didin Mêrdîn e. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Mêrdînê Dr. Ozgur Bîlek, derbarê rewşa vîrûsa koronayê ya li bajar axivî û diyar kir ku vîrûsa koronayê rastiyeke û divê mirov li gorî wê tevbiger in.    ‘ROJÊN ZOR LI BENDA CIVAKÊ NE’   Dr. Ozgur Bîlek, bi lêv kir ku li Mêrdînê rojê 120-140 kes bi vîrûsa koronaye dikevin û wiha got: “Dibe ku ev hejmara zêde bibe û derkeve hetanî 200-300 kesî jî. Enfektebûna hevalên me yên kedkarên tenduristiyê mîna berê nîne lê heke nexweşî bidome ne pêkane pê nekevin. Bi sarbûna hewayê re rojên zor li benda civakê ne. Ji berk u mirov êdî li cihê girtî dimînin divê girîngiyê bidin paqijiya destê xwe û navbera civakî. Heta ku pêkan be divê mirov nekevin cihên girtî. Em pêşniyar dikin ku gelê me merasîmên nîşan, dewet, rojbûnan taloq bikin.”   ‘DIVÊ BERGIRÎ BÊN ZÊDEKIRIN’   Di berdewamê de Dr. Bîlek, vekirina dibistanan bi bîr xist û destnîşan kir ku bi vekirina dibistnan re talûke mezintir bûye û ev hişyarî kirin: “Teqez divê bergirî bên zêdekirin. Di vê mijarê de divê bi kedkaran bê axaftin û pirsgirêkên wan bên tespîtkirin. Dema ku tenê nêrîn ji rêveberan bê girtin wê her tiştî kirî nîşan bidin. Niha ji bo têkneçûna pergala tenduristiyê xebatan dikin û tedawiyê hêsan digirin. Hêvî dikin ku herkes pê bikeve. Heke bi polîtîkayeke rast bi pandemiyê re têkoşîn bê dayîn, pêwîst nake bergiriyên ekstra bên girtin. Derbarê rawestandina pêla ku dest pê kiriye tu agahiya me tuneye. Nexweşxane û xebatkarên me wê kêm bimînin.”   MA / Ahmet Kanbal