Partiya Şoreşger: Dadgeha Qesrê parêzerê me Sînan Varlik girt 2020-11-09 10:18:25   STENBOL - Dadgehê der barê Rêveberê Partiya Şoreşgerên Yekbûyî Parêzer Sînan Varlik de biryara girtinê da.    Dadgehê der barê Parêzer û Rêveberê Partiya Şoreşgerên Yekbûyî Sînan Varlik yê ku di 6'ê Mijdarê de hatibû binçavkirin de biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Partiya Şoreşgerên Yekbûyî li ser hesabê medya înternetê agahî parve kir û diyar kir ku rêveberê wan Parêzer Sînan Varlik hatiye girtin û wiha got: "Bi operasyonên komployî dixwazin çongê bi partiya me bidin dayîn. Rêveberê me û parêzerê me Sinan Varlik ji aliyê dadgeha qesrê ve hatiye girtin. Em ê li dijî kesên ku dixwazin bi van operasyonan çongê bi partiya me bidin tewandin, gotinên xwe li kolanan berdewam bikin. Partiya Şoreşger bêdeng nebû û dê bêdeng nebe."