Dayikên Aştiyê gotin ew rondikên çavan naxwazin 2020-11-09 10:40:36 STENBOL - Dayikên Aştiyê, diyar kirin ku qedera wan yek û di şereke muhtemel de wê hemû kurd winda bikin û ev bang Serokê KDP’ê Mesût Barzanîn kirin: “Êdî em naxwazin rondikên çavan bibarînin.”       Bertekên li dijî pirsgirêk û rageşiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) a ku dixwaze li Herêma Kurdistana Federe biafirîne û kûr bike dewam dikin. Gumanên derbarê vê rewşê de, her diçin zêdetir dibin. Dayikên Aştiyê yên ku di demên cuda zarokên xwe di têkoşîna azadiya kurd de winda kirine, ji vê rewşê pir bi hirs û fikarin. Dayikên Aştiyê, bal kişandan ser talûkeyek muhtemel û xwestin li dijî vê yeketiya neteweyî bê avakirin.    ‘SIYASETA LI SER KURDAN’   Dayika Aştiyê Emîne Erbey, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a li pêşberî kurdan pirsgirêka avakirina yekitiya neteweyî ye û wiha axivî: “Dewletên heyî ji vê sûdê digirin û li ser kurdan siyasetên xwe bi rêve dibin.” Erbey bertek nîşanî têkiliyên KDP û Tirkiyeyê yên bi hevre da û wiha got: “Dibin her kevir û axa Kurdistanê de hestiyên zarokên me hene. Tişta ku vê dewletê anî serê kurdan, kesek bi kesekê nikare bide jiyîn. Êdî bese, ma emê heya kengî bi vî awayî nezî hev bibin. Aştî û wekheviyê dixwazin. Em Barzanî weke parçeyekê canê xwe dihesibînin. Divê li gorî vê tevbigere û wisan nehe.”    ‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN YEKITIYA NETEWEYÎ YE’   Erbey, da zanîn ku şerekê muhtemel a di nava kurdan de rû bide, wê gelek êşan bi xwe re bîne û ev hişyarî kir: “Malbata Barzanî jî wê gelek zirar bibîne. Bi kuştina xwişk û birayên xwe wê tu tiştî qezenc nekin. Tu faydeya rageşiyê li kurdan nîne. Şer kuştine û qirêjkirine. Şer mirovan tune dike. Bi şer tu tişt bi ser nakeve. Çareserkirina pirsgirêkan yekitiya neteweyî ye. Serkeftina kurdan jî di yekitiya neteweyî re derbas dibe. Divê em tifaqa xwe pêş bikin û hem bi parêzin. Ger şer rû bi de, emê winda bikin û paşde biçin. Di şer de wê zarokên me bên kuştin, lê ger yekitî çêbe wê neyin kuştin. Divê hemû kes hêza xwe ji bo yekitiya neteweyî bi kar bîne.”    BANG LI BARZANÎ KIR    Dayika Aştiyê Gulsum Dag jî, diyar kir ku ew li dijî şerin û wiha bang li Serokê KDP’ê Mesût Barzanî kir: “Bila Barzanî dest ji vê helwesta xwe berde. Em yekitiyê dixwazin û şer naxwazin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin û rondikên çavên dayikan bibarin. Ji xwe em ji ber şeran birîndarin. Hemû kes êrîşî kurdan dikin, weke ku ev ne bese be çawan dibe ku kurd şerê hev bikin? Her roj zarokên kurdan tên kuştin. Em bi şev û roj li qadane. Ji bo aştiyê em têdikoşin. Gelo Barzanî çi dixwaze? Dibêje bila ji ser axa min herin. Ew ax ya me hemûyane. Ger em bibin yek emê karibin bi hevre hemû zor û zehmetiyan derbas bikin. Çi dema ku em mil bibin milê hev û hevdu biparêzin, wê demê dê her tişt xweşik bibe. Bi yekitiyê ne tenê gelê kurd, wê hemû gelên cîhanê qezenc bikin.”   ‘LI SER XWÎNA KURDAN LÎSTIK HENE’   Ji bo avakirina aştiyê Dayika Aştiyê Guler Bugday jî, wiha got: “Ji bo avakirina aştiyê, bi salane bedelên pir mezin tên dayîn. Em ji bo vê têdikoşin. Ji ber rageşiyeke ku rû bide gumanên me hene. Divê Barzanî neyê lîstik û provokasyonan. Îro xwişk û birakujî dîsa di rojeva me de ye. Ev şermek pir mezine. Lîstikên me di dîrokê de dîtine îro dîsa dewam dikin. Li ser xwîna zarokên kurdan lîstik tên lîstin. Divê em neyin lîstikên dewletên dixwazin kurdan qetil bikin. Ez bangî Barzanî dikim; Êdî bese. Pêdiviya kurdan bi aştî û yekitiyê heye. Ka em li dîrokê mêze bikin ku şerê xwişk û biratiyê rê li ber çi vedike. Di van şeran de gelo kî bi ser dikeve û kî winda dike? A rast her du alî jî winda kirin.”    MA / Îdrîs Sayilgan