Polîsan çek xistin serê Esmer Tunc: Xwedê jî vê zilmê qebûl nake 2020-11-09 11:02:01   ŞIRNEX - Li Cizîrê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û Hevseroka HDPê ya Cizîrê Gûler Tunç û Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin jî di nav de, bi giştî 10 kes binçav kirin.  Polîsan di dema serdegirtina malê de çek xistin serê dayika Mehmet Tunc Esmer Tunc.    Di saetên serê sibehê de, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, operasyona siyasî ya hat lidarxistin de, Hevseroka Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê Gûler Tunç û hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin jî, di nav de bi giştî 10 kes hatin binçavkirin. Polîsan di dema serdegirtina mala Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Gûler Tunç girtin de, çek xistin serê dayîka Mehmet Tunc, Esmer Tunc. Dayika Esmer bertek nîşanî vê yekê da û derbarê serdegitina polîsan a malê de ev agahî dan. Dayik Tunc, diyar kir ku bi awayeke hovane bi ser mala wan de girtin û wiha axivî: "Dewlet çi bike bila bike ew ê tu car gav paş neavêjin."    Tunc, da zanîn ku tax hemû ji hêla polîsan ve hat dorbêç kirin û wiha vegot: "Seat 5'an de, em rabûn nimêja sibehê. Dema ku me nimêj dikir dengê derî hat. Li derî nexistin, tavilê şikandin. Bi wî awayî derî vekirin. Em ketin ber derî me got bisekinin em ê ji we re derî vekin. Nehiştin ku em derî vekin. Bi awayeke hovane deriyê me şikandin û ketin hundir. Ketin qata duyemîn li wir jî deriyê Gulerê şikandin. Hemû derdora me girtin. Nehiştin ku em biçin neviyê xwe jî binêrîn. Hewşa me û derdora avahiyên me gişt girtin. Min ji wan re got 'Hûn evqas çima ditirsin? Guler jineke ciwane,  hûn çima evqas jê ditirsin? Tu çek û bombe di malê de nînin.' Min bi vî awayî bertek nîşanî wan dan. Piştî vê gotina min berê çekê dan serê min û ji min re gotin 'neaxive û bikeve hûndir.' Min jî nêrazîbûn nîşan dan û got 'Ez nakevim malê.' Pişt re ez girtim û avêtim hundir. Lê ligel hemû hewlêdanên wan ez bêdeng nebûm. Pişt re dîsa çek xistin bedana min.  Neviyê min Bêkes gelek tirsiya. Xwedê vê zilmê qebûl neke."    Tunc, bibîr xist ku ew ê tu caran dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha bi dawî kir: "Bi awayeke hovane ketin mala me. Tiştek nehiştin. Mal hemû belav kirin. Li ser hemû rewşê çûn du kes ji taxê anîn ji xwe kirin şahîd û ji wan re gotin 'Hûn dibînin me tu zirar nedaye vê malê.' Zirara ku wan daye me, tu kesî nedaye. Tişta ku xwestin kirin. Ji me têr nabin. Xwedê, heta ku em sax bin, tenê yek ji me jî bimîne, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."