Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt aşkera bûn 2020-11-09 11:58:31 NAVENDA NÛÇEYAN – Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt hatin aşkerakirin û çîroka  Kenan Erdencî ya bi navê “Demên Xwerû” ya kurdî hêjayî xelatê hat dîtin.  Encamên 10'emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan aşkera bûn. Pêşbirk 10 sal in bi kurdî û tirkî tê lidarxistin û ji aliyê Şaxa Egîtîm-Senê ya Êlihê ve tê organîzekirin. Di beşa kurdî de çîroka Kenan Erdencî ya bi navê “Demên Xwerû” hêjayî xelatê hat dîtin û di beşa tirkî de jî 2 çîrok hêjayî xelatê hatin ditin. Amadekarên pêşbirkê ji bo dayîna xelatê her sal li Êlihê merasima xelatdayînê li dar dixistin lê îsal ji ber vîrusa koronayê wê merasim neyê lidarxistin û xelat ji xwediyên xelatan re bên şandin.   BEŞA KURDÎ   Di beşa kurdî de îsal endamên juriyê Umran Aran, Gulgeş Deryaspî, Çorê Arda, Yildiz Çakar, Mem Zinîstanî  û Omer Kurt (Bavê Şerzan KURT, ew deng dane) bûn. Juriyê çîroka  Kenan Erdencî ya bi navê “Demên Xwerû” hêjayî xelatê dît.   BEŞA TIRKÎ   Di beşa tirkî de jî  Gamze Guller, Menekşe Toprak, Ayşegul Tozeren, , İrem Uzunhasanoglu, Şengul Can û Nejla KURT (Diya Şerzan KURT, ew deng dane) wekî endamên juriyê çîrokên tirkî nirxandin. Juriyê çîroka Mustafa Unal "Cansel", çîroka Roza Alkan "Sular Altinda" hêjayî xelatê dîtin   XELATA KEDÊ DIDIN HELÎM YÛSIV   Amadekarên pêşbirkê demek Xelata Kedê jî didan, lê ev demek bû navber dabûn vê xelatê. Ligel van her du xelatan îsal careke din Xelata Kedê jî hat dayîn. Amadekarên pêşbirkê ji ber keda wî ya ji bo kurdî nivîskarê Diyarnameyê Helîm Yûsiv hêjayî Xelata Kedê dîtin.   HELÎM YÛSIF KÎ YE?    Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Berhemên Yûsif heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.   ŞERZAN KURT   Şerzan Kurt di sala 2010'an de li Zanîngeha Muglaya Tirkiyeyê hat kuştin. Ji wê demê ve Egîtîm-Sena Batmanê ji bo bîranîna Kurt her sal pêşbaziya çîrokan bi navê Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt li dar dixe. Îsal 10'emîn pêşbazî ye û niha encamên pêşbaziyê hatin eşkere kirin.