14 mamoste hatin berdan 2020-11-09 12:52:34 AMED – Li Amedê, 14 mamostayên hatibûn binçavkirin hatin berdan. 3 mamoste jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Di 5’ê Mijdarê de, li Amedê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” ji 28 mamostayên hatibûn binçavkirin 11 jê roja Înê hatibûn berdan. 17 mamostayên din îro serê sibê piştî îfade dan ewlekariya polîsan sewqî edliyê hatin kirin.    Ji mamosteyan Şenay Koç, Zeynep Kaya, Kasım Aydın, Yıldırım Arslan, Saliha Zorlu, Recep Şimşek, Mehmet Baydemir, Mehmet Emin Yücel, Halis Kızılırmak, Ezgi Çelik, Mehmet Arda, Fatih Mutlu, Pelda Sevim û Murat Derince piştî ku li dozger îfade dan, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Devrîm Dûrucan, Abbas Şahîn û Mehmet Edîp Erdogdu jî, piştî ku îfade dan dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Savaş Saymaz û ê li Çanakkaleyê û Fatîh Mûtlû yê li Yalova hatibûn binçavkirin jî, lêpirsîna wan dewam dike.    Li aliyê din, hat dest nîşan kirin ku hem li Miduriyeta polîsan, hem jî li dozgeriyê, xebatên sendîkayê, axaftinên di telefonan de hatine guhdarkirin û îfadeyên şahidê nepen ên li ser wan hatibûn dayîn ji mamosteyan hatin pirsîn.    Di heman demê de biryara veşartinê ya di dosyeya lêpirsînê de, dewam dike.