Hevserokên HDP'ê yên Osmaniyeyê hatin girtin 2020-11-09 19:12:32   OSMANIYE - Hevserokên HDP'ê yên Osmaniyeyê Kadriye Toren û Alî Coşkûn, piştî 6 rojên di bin çavan de bi îdiya endamtiya rêxistinê hatin girtin.    Hevserokên HDP'ê yên Osmaniyeyê Kadriye Toren û Alî Coşkûn, di 4'ê Mijdarê de hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li emniyetê îro sewqî Edliyeya Osmaniyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û îdiaya ku "kesan daxilî nav rêxistinê" dikin ew sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar kirin. Dadgeriyê jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" Toren û Coşkûn girtin.   Her wiha rêvebirên HDP'ê yên bajêr Celal Aydin, Mehmet Yildirim, Osman Atîlla û Devran Demîr jî ku di heman rojê de hatibûn binçavkirin, di 4'ê Mijdarê de hatibûn berdan.