Îro 85 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan 2020-11-09 19:50:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 85 mirovên din mirin û 2 hezar û 576 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 85 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 576 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 10 hezar û 972 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 396 hezar û 831.