Ji Meclîsa Ciwanan a HDP'ê xebata stîcker 2020-11-10 09:54:33 AMED - Endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê, bi ciwanên navçeya Peyasê re li hev civiyan û dûre stîckerên têkildarî tecawîz, tacîz, kuştin û tundiyên li dijî jinan, bi gelek cihan ve zeliqandin.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Peyas a Amedê, di çarçoveya kampanyeya "Bikeve nava tevgerê" de, li hev civiyan û li dijî tiryak, tecawîz, tacîz, tundî û bişavtinê nîqaş kirin.   Ciwanan di heman demê de, stîckerên "Li dijî tundiyê berxwedan," "Em jinên ciwanin, em dikarin xwe biparêzin" û "Em dikarin ji aqlê zilam ê te ji rastiya te dûr dike re bêjin na" li ser nivîsandibûn, bi dîwarên kolanan ve zeliqandin û bi vê yekê xwestin ciwan û civakê agahdar û hişyar ibkin.