Ceza dan reklamkerê ku pankartên Apê Mûsa û Ûgûr Kaymaz çap kir 2020-11-10 10:33:29   MÊRDÎN – Derbarê Hevserokê Demê yê MEYADER’a Dêrikê Abîdîn Esen û Şarefettîn Aslan ku li Mêrdînê karê reklamê dike de bi hinceta ku li ser daxwaza komele û rêxistinên sivîl bi pere pankartan çap kirine, 2 sal û mehek ceza li wan hat birîn.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê, di çarçoveya lêpirsîneke ku di sala 2015’an de dabû destpêkirin de derbarê Hevserokê Demê yê MEYADER’a Dêrikê ku bi KHK’ê hatibû girtin Abîdîn Esen û Şarefettîn Aslan ku li Mêrdînê karê reklamê dike de bi angaşta “emtamtiya rêxistinê” di sala 2018’an de dozname amade kir.    PANKARTA SÎNCAR DELÎL NÎŞAN DA   Di doznameyê de Şerafettîn Aslan bi çapkirina pankartekî ku li ser daxwaza MEYADER’ê ji bo merasîma cenazeyê YPG’iyek hat sûcdarkirin. Her wiha pankartên ku Aslan ji bo daxuyaniyên rêxistinên sivîl û komeleyan çap kiriye jî weke delîl hatine nîşandan. Mînak pankartên ku ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez; Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar hatibûn amadekirin weke delîl hatine nîşandan.   ANTER Û KAYMAZ KIRIYE MIJARA SÛC   Her wiha di doznameyê de pankartên ku ji bo Ûgûr Kaymaz û nivîskar û ronakbirê kurd Mûsa Anter hatine amadekirin jî bûne mijara sûcdarkirinê. Di doznameyê de bi van gotinan qala Mûsa Anter hatiye kirin: “Wêneyê yek ji damezrînerê qaşo tevgera siyasî ya kurd”. Ji bo Ûgûr Kaymaz jî ev tişt hatiye gotin: “Lê Qosera Mêrdînê miriye”    2 SAL Û MEHEK CEZA    Di darizandina ku 2 sal in didome de danişîna biryarê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe dubare kir û diyar kir ku derbarê Aslan û Esen de jê hêla statuya rêxistinê ve tu delîl nehatiye dîtin û bi rêya pankartan piştgiriya rêxistinê hatiye kirin. Heyeta dadgehê, bi angaşta “piştgiriya rêxistinê” 2 sal û mehek ceza li Aslan û Esen birî.    MA / Ahmet Kanbal