103 can hatin bibîranîn: Bi têkoşînê serkeftin çêdibe 2020-11-10 12:02:06   EQNERE –  Serokê Ekîm-Der’ê Mehtap Sakîncî Çoşgûn, di bîranîna komkujiya Enqereyê de diyar kir ku bi têkoşînê serkeftin çêdibe û wê di her fersendê de daxwaza xwe ya edaletê bînin ziman.   Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, 103 kesên ku di êrîşa DAIŞ’ê ya 10’êCotmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest dabûn, di meha 61’emîn de bi bîr anî. Bîranîn li Qada Gara Enqereyê, li gorî şertê mesafeya civakî, pêk hat. Bîranîn, ji bo qurbaniyan saet di 10.04’an de bi rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê dûrişmeya “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin” hat berzkirin.    AŞTÎ BI WATE YE   Di bîranîna ku malbat jî tevlî bûn de Seroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der) Mehtap Sakîncî Coşgûn, kurê Meryem Bûlût (Dayika Meryem) Adnan Bûlût (36) ku ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û diyar ku ne vîrûsê bêdiyîtî Bûlût kuştiye û wiha got: “Heke dayika wî hebûna dê wî bi hezkirin hembiz bikira. Em ê têkoşîna wî bidin jiyîn. Em bi biryar in, em bi vê biryarbûna xwe qezenc bikin û nîşan bidin ku aştî çi qas bi bi wate ye.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ   Di berdewamê de jî Çoşgûn, da zanîn ku wê komkujiyê ji bîr nekin û bi bîr xist ku danişîna dozê wê 15’ê kanûnê de bê dîtin û banga piştevaniyê kir.