Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin 2020-11-10 12:04:22 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind girtî ye Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu ve Îbrahîm Bîlmez,  ji bo ku sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, piştî 8 mehan di 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019’an de, li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, herî dawî di 23'yê Îlonê de bi hinceta “Nexşerêya” Ocalan a ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, heya 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kiribû û ev qedexe hîna jî dewam dike.