Ji ber girtina fermandarên sînor kir nûçe lêpirsîn li Kanbal vekirin 2020-11-10 13:56:44   MÊRDÎN – Ji ber ku gendeliya fermandarên sînor kir nûçe derbarê nûçegîhanê me Ahmat Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li Mêrdînê derketibû holê ku Fermandarê Qereqola 2’emîn a Sînor a Nisêbînê Serdar Îlkay Kati, binefser Nîhat Mûratoglû, Gurkan Sînan û Azîz Çaki û sivîl jî di nav de 9 kes bi gendeliyê “qaçaxiya penaberan” dikin û û hatibûn girtin. Ji ber ku vê gendeliya fermandarên sînor kir nûçe derbarê nûçegîhanê me Ahmat Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin.    Navenda Polisan a Yenîşehîrê, bi telefonê li Kanbal geriya û ji bo gotinê dayînê vexwend qereqolê. Kanbal, çû qereqolê û gotin da. Kanbal, di gotindayîna xwe de diyar kir ku armanca nûçe çêkirina wî agahdarkirina civakê bûye û xwestiye ku nûçeya wî di çarçoveya azadiya çapameniyê de bê nirxandin. Her wiha Kanbal, destnîşan kiriye ku nûçeya wî nepeniya lêpirsînê bin pê nekiriye û sûcdariyên li xwe red kiriye.