Li Êlihê dormîşa karkeran qeza kir û 14 kes birîndar bûn 2020-11-10 14:09:38   ÊLIH – Li Êlihê dormîşa karkerên tekstîlê qeza kir û 14 kes birîndar bûn.    Duh di saetên evarê de li Êlihê serwîsa karkeran û wesayîteke taybet li hev qelibîn û qezaya trafîqê çêbû. Di qezayê yek jê giran 14 kes birîndar bûn. Qeza li ser rêya di navbera Farqîn û Êlihê de di navbera gundê Kanîkê û Malêgir de pêk hat. Dormîşa ku karkerên tekstîlê ji Êlihê dibir bajaroka Kaniyahenê li wesayîteke taybet qelibî. Ambûlansên ku hatin cihê bûyerê birîndaran rakirin nexweşxaneyên Êlihê.