Girtiyan 5 hezar car serî li Meclîsê dan 2020-11-10 14:48:55 ENQERE  - Ji 5 hezar û 985 serlêdanên binpêkirinên mafan ên ji bo Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîs hatin kirin, 4 hezar û 5 ji wan derbarê binpêkirinên mafên girtiyan de ne.    Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê, bersiva pêşniyaz pirsa Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) û Serokwekîlê Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Miroan a Meclîsê Sezgîn Tanrikûlû ya di 10’ê Cotmehê de da bû, da.    Komîsyonê bersiva pirsîn Tanrikûlû yên weke hejmar û naveroka serlêdanên ji bo komîsyonê yên di navbera salên 2018 û 2020’an de hatine kirin da û got: “Bi giştî 6 hezar û 149 serlêdan hatin kirin. Ji aliyê parlamenteran ve jî, hezar û 905 serlêdan hatin kirin.”    SERLÊDANÊN PARLAMENTERAN    Parlamenteran ji bo pirsgirêkên tenduristiyê 466 serlêdan, helwestên keyfî 409, pirsgirêkên diravê 254, pirsgirêkên girtîgehan 159, mûameleyên kotû 210, şertên başbûna fîzîkî 174, pirsgirêkên din ên girtîgehan 159, ne qebûlkirina biryarên darazê 153, daxwaza di cih de lêkolîn kirin 84, îşkence 38 û darazê 29 serlêdan hatin kirin.   HERÎ ZÊDE JI GIRTÎGEHAN SERLÊDAN HATIN KIRIN   Bi giştî ji girtîgehan, derbarê binpêkirinên mafên mirovan de, serlêdanên ji bo komîsyonê hatin kirin 5 hezar û 985 bûn. Di nava van binpêkirinan de, girtiyan 4 hezar û 5 car serlêdanên binpêkirinên mafan kirin e. Girtiyan, ji bo mafê darizandina adîlane 800, ji bo mafê tenduristiyê 525, mualemeya xirab 300, binpêkirinên mafên nehatin qebûlkirn 250, parastina malbatê 174, azadiya xebatê 123, qedexeya îşkenceyê 118, mafê ewlekariya civakî 86, cihêkarî 83, mafê jiyanê 71, mafê xebatê 53, mafê zarokan 20, lêgerîna azadiyê 17, mafê çapemenî û ragihandina azad 12, mafê azadiya raman û fikr 9, îxraç 7 û 5 jî mafê parastinê serlêdan kirin.   PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ: 540 SERLÊDAN   Derbarê pirsgirêkên tendurisityê de jî, hezar û 179 serlêdan ji bo komîsyonê hatin kirin. Ji vê hejmara tenê 540 serlêdan ji girtîgehan hatine kirin.    MA / Dîren Yurtsever