Parêzerê got Kurdistan 2 sal şûnde doz lê vekirin 2020-11-10 15:35:49 EDENE - Parêzer Şîar Rişvanoglu ku 2 sal berê di Lijneya Giştî ya Baroya Edeneyê de got "Gerilla û Kurdistan" doz li wî hat vekirin. Parêzer Şîar Rişvanoglu ku ji xala 301'an doz lê hat vekirin danişîna doza wî hat dîtin.    Baroya  Edeneyê di 15'ê Cotmeha 2018'an de 30'emîn Kongreya Lijneya Giştî pêk anîbû. Parêzer Şîar Rişvanoglu ku bi KHK'ê ji peyvirê hat dûrxistin û di kongreyê de gotibû "Gerîlla û Kurdistan" piştî 2 salan doz lê hat vekirin û danişîna doza wî hat dîtin. Rişvanoglu  Serdozgerê Komarê yê Edeneyê nûçeya Rojnameya Metrepol a Çukurova ya bi sernavê "Ez Serdozgerê Komarê dawetî peyvirê dikim" wekî îxbar qebûl kir û doz vekir. Piştî der barê Rişvanvanoglu de doz hat vekirin îro danişîna wî li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Di danişînê de parêzer Rişvanoglu û gelek parêzerên din amade bûn. Rişvanoglu, bal kişand ser xala 26'emîn a Destûra Bingehin û xala 10'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa û beraeta xwe xwest.    Heyeta dadgehê jî bi hinceta kemasiyên dosyayê temam bike doz taloqî 28'ê Çileya 2021’an kir.