Partiya Şoreşger: Em ê hemû bi hev re li dijî êrişan derkevin 2020-11-10 15:41:32   EQNERE – Rêveberê Rêxistina Partiya Şoreşger ê Bajar a Enqereyê Selîm Dogan Koç, diyar kir ku desthilat êrişî qadên jiyanî û siyasî yên şoreşgeran dike û ev tişt got: “Em ê tev bi hev re li dijî van êrişên ku bi ser sosyaslîst, şoreşger û welatparêzan ve tên derkevin.”   Partiya Şoreşger, derbarê girtina rêveberê xwe Parêzer Sînan Varlik û revandina Endamê berê yê Meclisa Partiyê (PM) Çagla Denzî Gunduz de li navenda xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Seroka Giştî yê Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren, Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû û gelek nûnerên rêxistinên sivîl tevlî civînê bûn.    ‘DADGEHA GÎRÊDAYÎ QERSÊ VARLIK GIRTÎ YE’   Di civînê de Rêveberê Rêxistina Partiya Şoreşger ê Bajar a Enqereyê Selîm Dogan Koç, axivî û diyar kir ku Parêzer Sîna Varlik ji aliyê “dadgeha girêdayî qesrê” ve hatiye girtin û wiha got: “Desthilat êrişî qadên jiyanî û siyasî yên şoreşgeran dike. Em ê tev bi hev re li dijî van êrişên ku bi ser sosyaslîst, şoreşger û welatparêzan ve tên derkevin.”