DÎSK: Em li qadan e dê rê nedin dest bidin qidemê 2020-11-10 15:45:39 NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên DÎSK’ê, li gelek bajaran li dijî qanûna torbe derketin û daxwaz kirin ku pêşniyara qanûna torbe paşde bê vekişandin.    Kedkaran, di daxuyaniyên xwe de destnîşan kirin ku desthilata neyarê karkeran heqê qan xesp dike û ji ber vê yekê li qadê ne û dê destû nedin ku hikûmet dest bide tazminata wan a qidemê. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), li dijî qanûna torbe ku niha li Meclisê li serê hevdîtin tên kirin, li Îzmîr, Stenbol, Edene û Mersîn çalakî li dar xist û daxuyaniyên hevpar dan.    Kedkaran, daxwaz kir ku pêşniyara qanûna torbe paşde bê vekişandin û di daxuyaniyên xwe de destnîşan kirin ku desthilata neyarê karkeran heqê wan xesp dike û ji ber vê yekê li qadê ne û dê destûr nedin ku hikûmet dest bide tazminata wan a qidemê.