Xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram hat binçavkirin 2020-11-10 17:47:13   ENQERE – Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram hat binçavkirin.    Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram, li ber Postaxaneya Ahmetlerê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê hat binçavkirin. Du kesên nasnameya xwe aşkere nekirin Bayram dan sekinandin û gef lê xwarin û jê re gotin: "Em bi te jî, rojnameya te jî dizanin. Em ê te jî, rojnameya we jî û ajansa we jî bişewitînin."    Piştî Bayram bertek nîşan da, her du kesan gotin ew polîs in û Bayram binçav kirin.   Piştî ku Bayram xeber ji malbata xwe re şand, hevalên wî hatin cihê bûyerê. Hevalên wî diyar kirin polîsan ji paş ve destên Bayram kelemçe kiriye û wî spartine dîwêr. Her wiha polîsan gef li hevalên Bayram jî xwar û ji wan re gotin dê wan jî binçav bikin. Bayram, bi wesayîta fermî ya polîsan birin Midûriyeta Emniyetê ya Çankayayê. Her wiha polîsan dest danîn ser telefona Bayram û pereyê wî.    Nehat hînbûn ku bê Bayram ji ber çi hatiye binçavkirin.